Piştî Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 26 hezar û 920 kesî.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 176 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 26 hezar û 920î û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin derket li ser 228 hezarî.
ÎLKHA