Qeza li 17emîn kîlometreya rêya Îsparta-Afyonkarahîsarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Göltaşê midîbusa ku K.A bi kar dianî ji ber ku ajokar kontrola dîreksîyonê winda kir qeza kir.
Di qezayê de ajokar û 16 karkerên di midîbusê de birîndar bûn.
Birîndar ji teref ekîbên Servîsa Lezgîn a 112an ve hatin rakirin li nexweşxaneyên derdorê.(ÎLKHA)