Qeza li mewqîya Hamzababa pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin serwîsa bi plaqeya 35 L 1610 ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji şarampolê gindirî.
Di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.