Li Kurdîstana Başûr ji bo hilbijartinên parlementeran gel çûn ser sindoqan

Li Rêveberîya Herêma Kurdîstana Başûr (RHKB), rey dana hilbijartinên parlementeran dest pê kir.

Li RHKByê hilbijêran ji bo hilbijartina parlementeran a serdema 6. ku ev 2 salane dihat taloqkirin, ji seet 07.00an ve çûn ser sindoqan.

Di pêvajoya dengdana taybet a roja Înê de ku tê de 215 hezar û 960 hêzên ewlehiyê beşdar bûbûn, rêjeya beşdariyê ji sedî 97 hat bidestxistin.

Di dengdana îro de 2 milyon û 683 hezar û 618 hilbijêrên giştî mafê dengdanê hene û pövajoya dengdanê wê seet 18.00an bi dawî bibe.

Di hilbijartinên jı teref Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de hezar û 191 berbijêr hevrikiyê dikin.

Di daxuyaniya roja Îniyê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de hat ragihandin ku hemû encamên hilbijartinan wê ji navenda Bexdayê re bên şandin û 24 saetan piştî bidawîbûna hilbijartinên giştî dê encamên yekem ên hilbijartinê bên ragihandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rejîma sîyonîst bataryayên berevanîya mûşekî ya THAAD a Emerîkayê bi cih kir
Serokê FETO Fetullah Gulen mir
Wesayît û qamyon li hev qelibîn: 5 mirî
Sîyonîstan Mizgefta Harem-î Îbrahîm careke din girtin
Encamnameya Komxebata Nimêjê hat eşkerekirin