Li Malatyayê avahîyeke 4 qetî ya ku ji erdhejê zirar dîtibû hilweşîya

Hat ragihandin li Malatyayê avahîyeke 4 qetî ya ku ji erdhejê zirar dîtibû hilweşîya.

Bûyer li Taxa Sancaktara li navçeya Battalgazîya Malatyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin avahîya 4 qetî ya ku ji erdhejê gelek zirar dîtibû hilweşîya. Di encama bûyerê de 4 kesên ku di avahîyê de bûn di avahîyê de asê man. Hat hînbûn 3 kes bi hewlên xwe ji bin avahîyê derketin, lê belê kesê bi navê Oktay Gucu yê ku di bin avahîyê de mabû canê xwe ji dest da.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin