Konseya Bilind ê Îslamê ya Malîyê ji ber heqareta ku li ser medyaya civakî li Îslam û Hz. Muhammed hat kirin banga protestokirinê li xelkê kir ku ji ber vê yekê bi hezaran kes daketin kolanan û nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Bi hezaran kesên ku li Meydana Serxwebûnîyê ya li Bamakoyê civîyan kesên ku heqaret li Îslamê kirin, telîn kirin.
Di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de hat daxwazkirin ku faîl bên tespîtkirin û bên cezakirin.
Serdozgerîya Komarê ya Bamakoyê derbarê mijarê de destnîşan kir, heta niha 6 kesên ku heqaret li Îslam û Hz. Muhammed kirine hatine girtin, lê kesên esil ên ku vê yekê kirine hêj nehatine girtin.(ÎLKHA)