Li Meksîkayê 10 cesedên ku bi çekan hatine kuştin hatin dîtin

Li wîlayeta Guerreroya Meksîkayê, 10 kesên ku hatine tespîtkirin ew bi çekê hatine kuştin hatin dîtin.

Sekretertîya Ewlehîya Raya Giştî ya wîlayeta Guerreroyê, daxuyand ku li Taxa Emliano Zapataya li bajara Acapulcoyê gelek cesed hatin dîtin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ev cesed dibe ku aîdê rêxistinên sûcê bin û di nav hev de hev kuştibin, hat îfadekirin van mirovan hatine kuştin û dûre ji kêkela rê re hatine avêtin.

Polêsa Meksîkayê daxuyand ku ew derheqê bûyerê de tehqîqat dane destpêkirin.

Hêzên ewlehîyê jî ji bona ku şikdar bêne qefaltin xebat dane destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 10 jê xwendekar 11 birîndar
Li Xezzeyê ji Weqfa Êtîman alîkarîya betanî û çadira
Li Dîyarbekirê şewat derket: Pitikek 8 mehî canê xwe ji dest da
Li Tunusê keleka koçberan bin av bû: 27 mirî
Li Efyonê du kom bi çekan li hev xistin: 2 mirî, 1 birîndar