Li Meksîkayê di navbera artêş û kartelan de pevçûn derket: 19 mirî

Li wîlayeta Sînaloaya Meksîkayê, di navbera artêş û kartelan de pevçûn derket, di encama pevçûnê de 19 endamên kartelê hatine kuştin, serokekî kartelê jî hatîye qefaltin.

Li derveyê Culiacana paytexta wîlayeta Sînaloaya Meksîkayê, ji 30 heban zêdetir endamên kartelê, ji leşkeran re gule reşandin.

Piştî bersivdayîna leşkerên artêşê pevçûn derket.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin a Netewî ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku di encama pevçûnê de 19 endamên kartelê hatine kuştin, serokekî kartelê jî hatîye qefaltin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di êrîşa TUSAŞê de 5 kes canê xwe ji dest dan 22 kes jî birîndar bûn
Li Rihayê mîsyoneran derî bi derî digerin û incîlê belav dikin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 42 hezar û 847an
Li Stenbolê li dijî PKK/KCKê operayon: 35 binçavî
Li Libnanê 5 leşkerên îşxalê mirin