Li Meletîyê 2 qezayên cuda pêk hatin: 10 birîndar

Li navçeya Battalgazîya Meletîyê di heman seatê de 2 qezayên cuda pêk hatin, di encamê de 7 jê xwendekar 10 kes birîndar bûn.

Qezaya ewil, di seat 12.30yan de li ser kolana Balkîraza Taxa Goztepeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 35 HLC 70 ya ku di bin îdareya C.K. de bû, ji ber ku şofêrê wesayîtê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ket nav xwendekarên ku ji dibistanê derketibûn û diçûn malên xwe. Di qezayê de N.K, N.K, K.Y, A.Y, H.Y, B.G, A.M. yên xwendekar û mirovekî bi navê E.Ş. birîndar bûn.

Qezayê dinê jî, di heman seatê de li alîyê Kume Evlerî ya Taxa Bahçelîevlera navçeya Battalgazîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, trêna bar a di bin îdareya B.B. de bû, dema ku di rêya derbasbûnê de diçû li wesayîta bi plaqeya 34 HEU 436 ya ku di bin îdareya S.U. de bû qelibî. Bi tesîra qezayê wesayît çend metre kaş bû. Di encama qezayê de S.U. û O.F.K. ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin. Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayan de tehqîqat hatin destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Nebû, ev hesab xelet e
Meaşê herî kêm bû 22 hezar û 104 TL
Wesayît li qamyonê qelibî: 5 birîndar
Li Mêrdînê di orta kolanê de bi çekan pevçûn derket: 2 birîndar
Li ku derê pîsîtîyekî hebe daîma ji bin serê Cihûda derdikeve