Li Meletîyê dikanek ji teref nîjadperestan hat şewitandin

Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê komeke êrîşdar, êrîşî dikaneke ku aîdê mirovên biyanî ne kirin û dikanê şewitandin.

Li gorî îddîayan, dikaneke aîdê Sûrîyeyîyan ku li ser Ceddeya Konevîya Sadreddînê ye, ji teref 4-5 kesan ve dûçarê êrîşê hat. Cam û derîyên dikanê hatin şikandin û dikan hat şewitandin.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û polês hatin sewqkirin. Ekîbên îtfaîyeyê di encama midexeleyên ku kirin de şewatê tefandin.

Hat îfadekirin ku di bûyerê de birîndar an jî mirî çênebûye û polês jî ji bona ku êrîşdar bêne qefaltin xebat daye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Herêma Kurdistanê dibistan ew ê bêne tetîlkirin
Li başûrê Libnanê ji sîyonîstan re zayîadên mezin tên dayîn
Guterres: Li Libnanê ew ê encamên xeraker a herba komî hebin
WHO: Li Libnanê sîstema tenduristîyê hildiweşe
Li 57 bajaran operasyona tiryakê: 644 binçavî