Bûyer doh êvarî li taxa Orduzuya navçeya Battalgazîya Meletîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera du koman de ji ber meseleya deynan pevçûn derket.
Hat hînbûn di encama pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de ji her alîyan 10 kesên bi navê A.Y, K.B, S.Y, N.İ, S.İ, M.Ş, M.I, Ş.B, M.B. û O.B. birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)