Li Mêrdînê erebeya serwîsê qelibî: 6 mirî, 5 birîndar

Li Mêrdînê di encama ji rê derketina erebeya serwîsê de 6 kes canê xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li alîyê gundê Xirbetewoya Mehsertê pêk hat. Li gorî diyarîyên ‘ewil serwîsa bi plaqeya 47 AT 479, ji ber ku şofêrê erebeyê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li şerempolê gêr bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê de gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin. Di qezayê de li gorî diyarîyên ‘ewil Fatma Kaya, Büşra Keleş, Kamuran Önen, Abdullah Macit, Yusuf Tunç û Ruken Adam
canê xwe ji dest dan 5 kes jî birîndar bûn.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin