Polêsê Mêrdînê yê narkotîkê, îro serê sibê di çarçoveya operasyonên tiryakê de xwe avêtin ser malên şikdarên firotvanên tiryakê.
Di operasyona ku 721 endamê ewlehîyê beşdarî bûn de, 61 şikdarên ku derheqê wan de qerara binçavkirinê heye hatin binçavkirin.
Di encama lêgerîna ku li malên wan şikdaran hat kirin de tiryak jî hat bidestxistin.
Şikdarên ku hatin qefaltin piştî kontrola wan yê tenduristîyê hatin şîyandin Midurtîya Ewlehîya Mêrdînê. (ÎLKHA)