Li Mêrdînê şerê bi çek: 6 birîndar

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, di Sîteya Senayîya Biçûk de di navbera du malbatên ku ji berê ve di navbera wan de neyartî hebûye de bi çekan şer derket, 6 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, endamên du malbatên ku ji berê ve di navbera wan de neyartî hebûye, di Sîteya Senayîya Biçûk de leqayê hevdu hatine. Di şera ku di navbera wan herdu malbatan de bi tevî çekan derket de ji herdu alîyan jî 6 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Nisêbînê. 3 birîndar jî ji ev derê sewqê nexweşxaneya Qoserê hatin kirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û li derdorê nexweşxaneyê û sîteya senayîyê ewlehîyeke mezin hat girtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an