Li Mescîda Eqsayê nimêja îdê bi coş hat edakirin

Li Mescîda Eqsaya ku di bin îşxala siyonistên îşxalker de ye 100 hezar Misliman hatin cem hev û di nav coş û şahîyê de nimêja îdê eda kirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Daîreya Weqfên Îslamî yên Qudsê ve hat belavkirin ji bo nimêja îdê nêzî 100 hezar Misliman li Qudsê li Mescîda Eqsayê li hev kom bûn.

Bi deh hezaran Mislimanên Filistînî û yên bîyanî ji bo nimêja îdê serê şeveqê zû berê xwe dan Mescîda Eqsayê.

Li Mescîda Eqsayê Qurana Kerîm hat xwendin û tekbîrên teşrîkê hatin anîn û piştî nimêja îdê Misliman xutbeya îdê guhdar kirin.

Piştî nimêja ku hat kirin Misliman îda hev pîroz kirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin