Li Myanmarê bi sedan Mislimanên Rohîngyayî hatin qetilkirin

Hat ragihandin ku li Myanmarê di êrîşên hovane yên artêşa Bûdîst ên li dijî Mislimanên Rohîngyayê de herî kêm 200 kes mirin.

Parêzvanê mafên Mislimanên Rohîngyayê û yek ji damezrînerên "Koalîsyona Rohîngyayê ya Azad" Nay San Lwin di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku Artêşa Arakanê (AA) li bajarokê Maungdawê bi balafirên bêmirov û topavêjan sivîlên Rohîngyayê gulebaran kir.

Lwîn diyar kir ku tenê di êrîşên doh hatin kirin de piraniya wan jin, zarok û extiyar herî kêm 200 Rohîngyayî hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn û diyar kir ku dibe ku hejmara miriyan zêdetir be.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de, cesedên mirovên Rohîngyayî yên li qiraxa Çemê Nafê hatine dîtin.

Wai Wai Nu yek ji çalakvanên herêmî yên mafên mirovan di nivîsa xwe ya li ser hesabê Xê de diyar kir ku rewşa herêmê veguheriye karesateke kujer.

Nu amaje bi wê yekê kir ku hovîtiya li dijî Misilmanên Rohîngiyayê her ku diçe zêde dibe û destnîşan kir ku misilman ji navenda bajêr hatin derxistin û niha li ser sînorê Myanmar-Bangladişê asê mane.

Di van salên dawî de Mislimanên Rohîngyayî li Myanmarê ku niha ji aliyê cûntayê ve tê birêvebirin rastî qetlîamên artêş û çeteyên Bûdîst tên. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kürdistan İslami Birlik Partisi liderliğine yeniden Selahaddin Bahaeddin seçildi
Ji ser qetlîama Roboskî ya ku tê de 34 kes hatin qetilkirin 13 sal derbas bûn
Doza Narîn Guran îro jî berdewam dike dibe ku qerar bê dayîn
Ji sekretertîya Yekgirtû re dîsa Selahaddîn Bahaeddîn hat bijartin
Li Erzincanê otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû: Birîndar hene