Li Myanmarê hejmara kesên ku di pêvajoya darbeyê de mirin derket 790 kesan

Artêşa Myanmarê ya ku darbe kir li bajara Bagoyê midaxeleyî xwepêşandêrên ku daketibûn kolanan kir.

Di encama midaxeleya ku di 24 seatên dawî de hatin kirin de 2 kes mirin.

Tê diyarkirin bi van mirinên dawî hejmara kesên sîwîl ên ku di xwepêşanan de mirin derket li ser 774an. Hat hînbûn di vê pêvajoyê de 16 leşker jî mirin û tevde 3 hezar  û 778 kes jî hatin binçavkirin.

Weke ku dê bê bîran berî vê 3 salan li Arakana ku lê Misliman dijîyan artêş, kesên budîst û sîwîl pêkve li hember Mislimanan êrîşên hovane û wehşîyane dan destpêkirin ku di wê pêvajoyê de bi hezaran Mislimanên ku di nav wan de zarok û pîrek jî hebûn hatin qetilkirin û bi sed hezaran Misliman ji naçarî mecbûr man ku derbasî Bangledeş û welatên derdorê bibin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê lehî û hezaz çêbû: 16 mirî
Li Colemêrgê 35 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li 24 bajaran ji ber berfê ji dibistanê re ji bo rojekî tetîl hat dayîn
Rêya Entelya-Qonyayê ji tir û qamyonan re hat girtin
Qessam, 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin