Li Myanmarê hejmarê dijberên darbê yên ku mirin derket 564 kesan

Hat ragihandin di encama midaxeleya ku li dijberên darbekeran hat kirin de heta niha 564 kes mirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xwepêşandêrên ku li dijî darbeyê daketin kolanan ji kolan û qadan venakeşin û artêş jî midaxeleya wan dike.

Tê diyarkirin dibe ku di encama midaxelê de hejmara mirîyan zêdetir bibe.Li gorî daneyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de zêdetirî 10 kesan  di xwepêşanan de mirin.

Ji ber darbeya ku hat kirin û ji ber mirinên ku pêk hat Amerîka temamê pêwendîyên xwe yên îqtîsadî da rawestandin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di pêvajoya darbê de 2 hezar û 667 kes hatin binçavkirin û derheqê 425 kesan de jî qerara binçavîyê hat dayîn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê lehî û hezaz çêbû: 16 mirî
Li Colemêrgê 35 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li 24 bajaran ji ber berfê ji dibistanê re ji bo rojekî tetîl hat dayîn
Rêya Entelya-Qonyayê ji tir û qamyonan re hat girtin
Qessam, 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin