Qeza li Taxa Yenîkentê ya navçeyê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin maşîna bi plaqeya 34 DYR 447 ji kontrolê derket û xwe gêr bû şerempolê.
Di qezayê de; R. K. (35), A. Y. (38), S. Ç. (30) û D.Y. (29) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Birîndar piştî alîkariya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Ji birîndaran R. K. jî rewşa wî giran bû û ligel hemû mudaxeleyan jî jîyana xwe ji dest da.
Cenaze ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.
Hat hînbûn ku rewşa birîndarên din baş e, der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.