Hat ragihandin li Ulukişlaya navçeya Nûgdeyê di encama şewata ku di malekê derket de 2 jê zarok tevde 4 kes canê xwe ji dest dan.
Şewat li gundê Hacîbekîrlîyê di xanîyeke du qetî de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat ji ber tifika êgir a li ber malê derketiye.
Di encama şewata ku pêk hat de Mukaddes Subaşi, Fadîme, Necatî, Murat Muhammed Sogan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
ÎLKHA