Derbarê mijarê de ji teref Walîyê Benueyê Samuel Ortom ve daxuyanîyek hat belavkirin. Ortom di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, di encama êrîş û pevçûnên ku 5 rojên dawî de rû dan de herî kêm 134 kes canê xwe ji dest dan.
Tê diyarkirin li parêzgeha Benueyê car car di navbera Fulanîyên ku heywanan xwedî dikin û di navbera cotkaran de şer û pevçûn derdikeve.(ÎLKHA)