Li Pakistanê ji ber lehîyê 48 kes canê xwe ji dest dan

Ji ber baranên ku zêde dibare li rojavayabakurê Pakistanê lehî rabû.

Li gorî agahîyên ku ji teref rayedaran ve hatine belavkirin ji ber lehîya ku rabû li parêzgeha Khyber Pakhtunkhwayê nêzî 100 malî hilweşîyan û 48 kes canê xwe ji dest dan.

Ji ber lehîyên ku ji meha tîrmehê vir ve radibin heta niha 200 kes canê xwe ji dest dan.

Li Pakistanê ji ber barana havînê li gelek herêman lehî radibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bitlis'te 4,3 büyüklüğünde deprem
Hevserokê Şaredarîya Peyasê ya Dîyarbekirê hat binçavkirin
Li Dîyarbekirê berfa ewil a demsalê barîya
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Qonyayê bi mixtar û parêzêran re hat cem hev
Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî