Ji ber baran û berfa ku li wîlayetên Belucistan û Xeyber Paxtunwayê tesîrdar bûn, avahî hilweşîyan û hezaz pêk hat, di encama van hezaz û hilweşîna avahîyan de 37 kes canê xwe ji dest dan û 47 kes jî birîndar bûn.
Li giştîyê wîlayetê rê ji trafîkê re hatin girtin.
Midûrtîya Meteorolojîyê îfade kir, tê texmînkirin ku li Xeyber Pextunwayê, Keşmîra Azad, Gîlgît Baltîstan, Belucistan û Pencapê şilîyekî dijwar tesîrdar be. (ÎLKHA)