Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li bajara Sîbîya girêdayê parêzgeha Belucistanê li ser Rêbeja Qaraçî-Quettayê mînîbuseke rêwîyan û kamyonek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 10 kes canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê ku rewşa 10 kesên birîndar giran e.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA