Li Peravê Cîddeyê ji 2 milyonî zêdetir hebên tiryakê hatin bidestxistin

Li Peravê Cîddeya ku li peytexta Erebistana Siûdî ye ji teref Gimrikên Îslamî ve ji 2 milyonê tiryak ên ku di nav qûtîyên beqleweyê de hatine veşartin hatin bidestxistin.

Di daxuyanîya ku ji teref rayedarên gimrikê ve hat belavkirin de agahî hat belavkirin ku di encama lêkolîna ku li gimrikê hat kirin de 2 milyon û 242 hezar û 560 heb hebên tiryakê ên ku di nav qûtîyên beqleweyê de hatine veşartin hatin dîtin.

Hat îfadekirin ku derheqê bûyerê de 2 kes hatin binçavkirin, ji bo parastina civakî û aborîya welat ji hemû kesan re bang hat kirin û ji bona ragihandinê nimereya telefonê û edresa e maîlê hat belavkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin