Qeza li navçeya Pinarbaşiya Qayserîyê pêk hat. Li gorî agahîyên hatine wergirtin qeza li 60emîn kîlometreya Rêbeja Qayserî-Meletîyê pêk hat.
Di encama qezayê de 4 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.
Şofêrê otobusê hat binçavkirin û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)