Li Qocaelîyê teqîn: 10 birîndar

Li Bendera Derînceya Qocaelîyê di sîloya TMOyê de teqînek pêk hat, di encama teqînê de 2 jê giran 10 kesan birîndar bûn.

Di sîloya TMOya ku li Bendera Derînceya Qocaelîyê de teqîneke ku sedema wê nayê zanîn pêk hat.

Piştî teqînê dûmaneke gûr bilind bû. Dûmanên ku bilind bûn li gelek cîhên bajêr hat dîtin.

Mirovên derdorê, diyar kirin ku teqîn bi dengeke mezin pêk hat.

Ji herêmê re gelek ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Seddar Yavuzê Walîyê Qocaelîyê diyar kir ku di encma teqînê de 2 jê giran 10 kesan birîndar bûn û ti kes di bin kavilan de nemaye.

yavuz îfade kir ku teqîn di dema ku ji keştîyê ji sîloyê re genim dihat valakirin pêk hatîye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin