Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîtên bi plaqeyên 34 UN 2475 û 63 VN 843 li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 kesên Sûrîyeyî yên bi navê M.B û A.T mirin û 2 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.