Di encama pevçûna ku tê de dar, kevir û çek hat bikaranîn de 2 kes birîndar bûn.
Bûyer li navçeya Eyyubîyeya Rihayê li nêzî ŞUTÎMê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer di navbera du malbatên ku hisûmet di navbera wan de hebû de pêk hat.
Ji ber îxbara ku hat kirin polês hatin cihê bûyerê û midaxeleyî bûyerê kirin. Di encama midaxeleya ku hat kirin de 30 kes hatin binçavkirin.
Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.