Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Otomobîla bi plaqeya 50 DT 449 a di bin kontrola H.K. de li 15emîn kîlometreya rêya Akçakaleyê ji kontrolê derket û wergeriya qanaleke vala ya avdanê.
Ekîbên trafîkê, tenduristiyê û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di qezayê de ajokarê wesayîtê H.K. û 4 kesên di wesayîtê de bûn birîndar bûn.
Piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Dema ku otomobîla ku ketibû qenalê bi alîkariya vîncê hat rakirin, der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.