Li Rihayê qeza çêbû: Mirîyek

Li navçeya Bêrecûka Rihayê wesayîtek û motorbisiqletek li hev qelibîn, di encama qezayê de şofêrê motorbisiqletê canê xwe ji dest da.

Qeza, doh di seatên êvarê de li ser Pira Bêrecûkê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 27 AE 833 û motorbisiqleta ku di bin îdareya E.A.yê 19 salî de bû li hev qelibîn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de şofêrê motorbisiqletê canê xwe ji dest da.

Cenaze, ji morga nexweşxaneyê re hat rakirin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji ser zilm û komkujîya Helepçeyê 37 sal derbas bû
Ji heman malbatê 3 mirî
Weqfa Êtîman li Êlihê ji 100 êtîm û dayikên wan re alîkariya cilûbergan kir
Nêzî 130 hezar Filistînî nimêja eşa û terawîhê li Mesîcî Eqsayê kirin
Li Rihayê xwendekara ku di tuwaleta dibistanê jixweveçibû canê xwe ji dest da