Bûyer li Mehela Meydan a Bêrecûk'a navçeya Riha'yê qewimî.
Li gor agahiyên hat bidestxistin di nabeyna du koman de ji sedemeke ne dîyar nîqaş derket. Nîqaş di demeke kin de mezin bû û vegerîya şerekî biçek. Di şerê biçek de Îsmaîl G. û Burhan G. birîndar bûn.
Li ser xeber dayînê ekîbên tendirustî û ewlehiyê hatin cihê bûyerê. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûk ê. Ji birîndaran Burhan G. digel bi giştik midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.