Bûyer, li Dibistana Navîn a Şaîr Nabî ku li Taxa Azadîyê ye pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Nurîye Şeyhuna xwendekarê sinifa 5emîn e, di tuwaleta dibistanê de bi xemandî hatîye dîtin.
Xwendekarên ku rewşê ferq kirin, xeberê dan îdareya dibistanê.
Li ser xeberdayîna îdareya dibistanê ji dibistanê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Zaroka ku piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewlet a Wêranşarê re hat rakirin, digel hemû midexeleyên doxtoran canê xwe ji dest da.
Tê diyarkirin ku bi qîzik re nexweşîna sarayê hebûye lê sedema zelal a mirina wê piştî otopsîyê derkeve holê.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)