Li Senegalê her sal bernameyên Îslamî tên tertîpkirin

​Ji teref Enstîtuya Perwerdeya Îslamî ya Dar Muhammed Resûlullah a ku li Senegalê fealîyetên xwe birêve dibe ve ji bo xwendekaran li Dakara peytaxta Senegalê heta 2 rojan bernameyên cûrbecûr ên Îslamî bên tertîpkirin.

Hat ragihandin ji teref Enstîtuya Perwerdeya Îslamî ya Dar Muhammed Resûlullah a ku li Senegalê fealîyetên xwe birêve dibe ve ji bo xwendekaran li Dakara peytaxta Senegalê heta 2 rojan bernameyên cûrbecûr ên Îslamî yên mîna pêşbirk, ezberkirina Qur’ana Kerîm bên tertîpkirin.

Bernameyên ku li Qada Mescîda Îmam Endevî  di seat 9an de bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bidengkirina îlahî û strana dewam kir.

Piştî pêşbirkên ku hatin lidarxistin ji xwendekarên ku bi ser ketin re xelat hat dayîn.

Temsîlkarên hareketên Îslamî, alim û gel beşdarî bernameyan bûn.

Enstîtuya Perwerdeya Îslamî ya Dar Muhammed Resûlullah

Enstîtuya Perwerdeya Îslamî ya Dar Muhammed Resûlullah di sala 1983yan de hat sazkirin. Di mufredata enstîtuyê de nivîsandin, hifzkirin û perwerdehî heye. Enstîtu ji roja ku hatiye damezrandin vir ve li herêmê xebat û fealîyetan dike da ku li herêmê şiûra Îslamî belav û hakim bibe. Heta îro bi deh hezaran xwendekar ji Enstîtuya Perwerdeya Îslamî ya Dar Muhammed Resûlullah mezûn bûn.

ÎLKHA






















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da