Li ser rêya Erxenî û Çêrmûgê qeza bi dawî nabin

Hat diyarkirin ku li ser rêya Erxenî û Çêrmûgê ya ku ev demek e tê çêkirin ji ber nebûna tabelayên hişyariyê gelek qeza çêbûye.

Xebatên ku di sala 2018an de ji bo berfirehkirina rêya tekalî ya di navbera navçeyên Erxenî û Çêrmûgê dest pê kiribûn 6 sal in berdewam dikin.

Piştî firehkirina beşek rê, di hefteya dawî ya meha Hezîranê de dîsa kar dest pê kir.

Herî dawî jî otomobîleke ku ji Erxenîyê diçû Çêrmûgê ji ber kevirê ku li ser rê hebû ajokarê wê ji rê derket.

Di qezayê de 2 kesên di wesayîtê de hatin dîtin ku bav û kur in bi sivikî birîndar bûn.

Welatiyên bertek nîşanî qezayê dan diyar kirin ku li ser rê tabelayên hişyariyê têra xwe tunene, ji ber vê yekê di hefteyekê de herî kêm 3 qeza rû didin.

Welatiyan diyar kirin ku li ser rêya 33 kîlometre ya navbera Erxenî û Çêrmûgê tenê bi 2 maşîneyên înşaatê xebat tên kirin û xwestin ku xebatên çêkirina rê di zûtirîn demê de biqede.

Leznekirina kar bû sedema bertekan, şofêran bi taybetî yên li xaniyên derdorê dijîn û karkerên çandiniyê diyar kirin ku ji ber tozê bandoreke neyînî li wan kiriye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kürdistan İslami Birlik Partisi liderliğine yeniden Selahaddin Bahaeddin seçildi
Ji ser qetlîama Roboskî ya ku tê de 34 kes hatin qetilkirin 13 sal derbas bûn
Doza Narîn Guran îro jî berdewam dike dibe ku qerar bê dayîn
Ji sekretertîya Yekgirtû re dîsa Selahaddîn Bahaeddîn hat bijartin
Li Erzincanê otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû: Birîndar hene