Qeza di wextên nîvro de li ser Rêbeja Diyarbekir-Hênê li nêzî gundê Küçükakörenê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 42 ELH 99 a ku ajokarê wê Ehmed Zîlan bû ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê gindîrî nav erdan.
Di encama qezayê de 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)