Li Şerîaya Rojava û Qudsê 5 hezar û 730 Fîlîstînî hatin êsîrgirtin

Ji 7ê Cotmehê vir ve ku li dijî rejîma îşxalê operasyona “Tofana Eqsayê” hatibû lidarxistin li Şerîaya Rojava û Qudsê 5 hezar û 730 Fîlîstînî hatin desteserkirin.

Sîyonîstên îşxalker ên ku li Quds û Şerîaya Rojavayê êrîş û desteserkirinên xwe zêde dikin, di nav 24 seatên dawîn de 40 Fîlîstînîyên dinê jî desteser kir.

Li gorî daneyên Komîsyona Êsîrên Fîlîstînî, li Şerîaya Rojava û Qudsê ji 7ê Cotmehê vir ve bi tevî mirovên ku ji nav malên xwe hatine desteserkirin hejmara Fîlîstînîyên ku hatine desteserkirin tevahî 5 hezar û 730 kes in.

Hat daxuyandin ku deserkirin piranî li Cenîn, El Xelîl, Beytullahîm, Nablus, Ramallah, Quds û Erîhayê ne.

Hat îfadekirin dema ku rejîma îşxalker Fîlîstînîyan desteser dike bi wan îşkenceyan jî dike.

Hejmarê pîrakên Fîlîstînî ên ku di zindanên îşxalê de ne jî 80 kes in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli mexdûrên erdheja Semsûrê ziyaret kir
Lijneya HUDA PARê li Hetayê bajarên konteyniran zîyaret kir
Karwana Hêvîyê ji kesên hewcedar ên Wanê re alîkarîya pereyan kir
Li Hîndistanê di festîvalê de fîl êrîşê mirovan kir: 17 birîndar
Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar