Li Şirnexê di navbera du malbatan pevçûn: 2 mirî 12 birîndar

Li navçeya Cizîra Şirnexê ji ber nîqaşa ku di navbera zarokan de derket malbat pevçûn, di encama pevçûna ku derket de 2 kes canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Cizîrê ji ber sedemeke ku nayê zanîn di navbera zarokan de minaqeşe derket û piştî demekê minaqeşe bû pevçûn. Digel ku malbatên zarokan jî beşdarî pevçûnê bûn bûyer mezin bû û di pevçûnê de çek hatin bikaranîn.

Di encama pevçûna ku derket de 2 kesên bi navê Hacî û Nurettîn Gezme canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Walîtîya Şirnexê derbarê bûyerê de destnîşan kir; C.O, M.N.O, Ş.O., C.O, M.G. û S.G. hatin binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya