Li Somalîyê ji otêlê re êrîşa bombeyî: 13 mirî 47 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Somalîyê bi bombeyê êrîş li otêlekî hat kirin, di encama êrîşê de bi tevî êrîşdaran herî kêm 13 kes mirin.

Bûyer, li otêlekî yê ku li bajara Kîsmoya ku li başûra kendala wîlayeta Jubalanda Somalîyê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya welêt hatine bidestxistin, erebeyeke bombe tijîkirî di derê Otêla Tawakalê de ket hindir û dûre jî nêzê 8 seatan pevçûn pêk hat.

Di encama êrîşê de 4 jê êrîşdar 13 kes canê xwe ji dest dan. Rayedaran, diyar kirin ku ji hêzên ewlehîyê mirî an jî birîndar çênebûn.

Di encama êrîşê de hat diyarkirin ku 47 kes jî birîndar bûn, dibe ku hejmarê mirîyan jî zêde bibe.

Hat destnîşankirin ku piştî êrîşê kesên ku di otêlê de asê mabûn jî hatin xelaskirin.

Hat ragihandin ku El-Şebab xwedî li êrîşê derket. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye