Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û derheqê çalakîyên ku têne kirin de agahîyan da.
Wezîr Yerlîkaya got, “Ew ê ji ti teşebûsekî ku zerarê bide duzena raya giştî re îzîn neyê dayîn” û îfade kir ku li Saraçhaneyê ji polêsekî re asît hat avêtin û polês birîndar bû.
Wezîr Yerlîkaya di daxuyanîya xwe de weha got:
“Vê êvarê di çalakîyên ji bo tehqîqata Şaredarîya Bajarê Mezin a Stebolê têne kirin de 323 şikdar hatin binçavkirin. Ew ê ji ti teşebûsekî ku zerarê bide duzena raya giştî re îzîn neyê dayîn.
Li Saraçhaneyê di xwepêşandanên ku hatin kirin de ji polêsekî me re asît hat avêtin.
Ên ku bangî kolanan dikin bila baş bifikirin ku çi obal û mesulîyetekî hiqûqî digrin ser milên xwe.
Ez carekî dinê jî binê wî xêz dikim û dibêjim: Em ê tu dem ji wan kesên ku hizûr ewlehîya miletê me tehdîd dikin re û vandaltîyê re îzîn nedin.
Polêsên me, temînata hizûr û ewlehîya welatê me ye û bi vê armancê wezîfeyên xwe bicîh tînin.” (ÎLKHA)