Li Stenbolê wesayîta serwîsê qelibî: 29 birîndar

Di encama qelibîna serwîsa ku karkerên Balafirgeha Stenbolê tê de bûn li Eyupsiltana Stenbolê qelibî de, 29 kesan birîndar bûn.

Qeza, di seat 19.00an de li ser rêya Gundê Agaçliya li Taxa Agaçliyê pêk hat.

Otobûsa bi plaqeya 34 GEL 771 a ku karkerên Balafirgeha Stenbolê tê de bûn, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji 6 metre bilindahîyê li şerempolê gêr bû.

Ji herêmê re ekîbên cenderme, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di encama qezaya ku bi tevî şofêrê 46 kesan di nav otobûsê de bûn de 29 kesan birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyênd erdorê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin