Li Sudanê ji ber lehî û kolerayê 186 kesan canê xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristî ya Sudanê, daxuyand ku ji meha Hezîranê vir ve li welat 138 kesan ji ber bûyerên lehîyê, 48 kesan jî ji ber şoba Kolerayê canê xwe ji dest dane.

Wezaret di daxuyanîya ku belav kir ku îfade kir hejmarê mirîyên ku ji ber bûyerên lehîyê mirine derketîye 138 kesan, herî kêm 10 wîlayet jî ji lehîyê tesîrdar bûne.

Wezareta Tenduristîyê derheqê wîlayetên ku ji lehîyê tesîrdar bûne de tu agahîyek neda encax roja Yekşemê çapemenîya Sudanê diyar kir ku li rojhilata welat Bendava Arbaatê xera bûye û ev bûyer jî wîlayetên bakur û Nagr al-Nilê tesîrdar kirîye. Tê îfadekirin ku sedema hilweşîna bendavê ji ber baranê bûye.

Wezaret îfade kir ku li Sudanê heta niha 1.223 weqayên enfeksîyonê hatine qeydkirin û 48 kes jî ji ber kolerayê mirine.

Hat destnîşankirin ku şoba Kolerayê li wîlayetên Gedaref, Gezira, Kassala, Nagr al-Nil û Hartumê hatine dîtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar