Li Sûrîyê Ji ber erdheja li Hetayê 4 kes mir 470 kes jî birîndar bûn

Li Sûrîyeyê ji ber erdheja li Hetayê 4 kesan canê xwe ji dest dan, 470 kesan birîndar bûn.

Li gorî daneyên AFADê, li navçeya Defneya Hetayê a ku navenda erdhejê ye di seat 20.04an de di mezinahîya 6,4an de erdhejek pêk hat. Erdhej 16 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat.

Piştî ev erdhejê li navçeya Samandaga Hetayê jî di mezinahîya 5,8an de erdhejeke dinê pêk hat.

Erdhejên ku pêk hatin li bajarên Mereş, Entab û Dîyarbekirê jî hat hîskirin.

Hat destnîşankirin ku erdhej li Tirkîye, Libnan, Sûrîye û Filistînê jî hat hîskirin.

Li gorî nûçeyên çapemenîya Ereb li Sûrîyeyê hinek xanî hilweşîyan, ji ber îzdîhem û erdhejê heta niha 4 kesan canê xwe ji dest dan, 470 kesan jî birîndar bûn.

Hat ragihandin mirovên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane li bajarên Helep, Tartus û Hamayê ne.

Di encama erdheja ku di 6ê Sibatê de pêk hatibû de jî li Sûrîyeyê gelek xerabûn pêk hatibûn û li gorî daneyên ne fermî jî heta niha nêzê 10 hezarî mirovan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin