Li Siwêrega Rihayê weq'eya harbûnîyê: Tetbîqên qerantînayê dest pê kir

Qeymeqamtîya Siwêregê, daxuyand li navçeyê ji ber weqaya harbûnîyê mirovekî ji bo tedawîyê hat rakirin nexweşxaneyê, ji ber êrîşên kuçikan di hinek heywanên mezin de jî weqayên harbûnîyê hatin dîtin.

Di hîsaba medyaya civakî ya qeymeqamtîyê de weha hat gotin:

“Li navçeya me ji ber weqaya harbûnîyê mirovekî ji bo tedawîyê hatîye rakirin nexweşxaneyê, ji ber êrîşên kuçikan di hinek heywanên mezin de jî weqayên harbûnîyê hatine tespîkirin. Sazîya Hifzisihha ya Navçe kom bûne û derheqê meseleyê de tedbîran girtine. Di vê çarçoveyê de, li cîhên ku ev weqa hatine dîtin tetbîqên qerentînayê hatine sepankirin. Xeyn ji van sepanan ji teref şaredarîya me, Midurtîya Tenduristî û Midurtîya Daristan û Çandinîyê ve xebatên hewce hatine destpêkirin. Bi tevî vana bûyerên şikdar jî bira bi lez û bez ji reyedaran re bên gotin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin