Li temamê welat rewşa hewayê

Tê texmînkirin ku îro li rojhilatê Marmara, rojhilatê Anadolîya Navîn, Rojava û Behra Reş a Navîn, peravên Rojhilatê Behra Reş, başûrê rojavayê Rojhilatê Anadoluyê, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û Mereş, Mûş û Bedlîsê şilope û berf bibare.

Li gor nirxandinên ku ji teref Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ve hatin kirin îro li seranserê welêt hewa wê qismî û pir ewrayî be.

Tê texmînkirin ku li rojhilatê Marmara, rojhilatê Anadolîya Navîn, Rojava û Behra Reş a Navîn, peravên Rojhilatê Behra Reş, li başûrrojavayê Rojhilatê Anadolîyê, Başûrê Rojhilatê Anadolîyê û derdora Mereş, Osmaniye, Eskîşehîr, Çankiri, Konya, Mûş û Bedlîsê wê dem bi dem şilope û berf bibare.

Serê sibê û bi şev qeşa û cemed û car caran jî mij li navend û rojhilat tê pêşbînîkirin.

Li bilindahiyên herêma Rojhilatê Behra Reş û qûntarên bilind û asê yên Rojhilatê Anadolîyê talûkeya berfê heye.

Tê texmînkirin ku di germahiya hewayê da guherîneke berbiçav çênebe û li seranserê welêt ew ê di bin normên demsalî da bimîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qumarê de zirarên cidî yên psîkolojîk û civakî hene
Pêdiviya vî welatî bi HÜDA PARê heye
1 jê giran 3 kes birîndar bûn
Li Bedlîsê rêyên 35 gundan ji ber berfê hatine girtin
2 otomobîl zirar dîtin