Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 887 hezar û 604 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 27 milyon û 296 hezar û 644 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 193 hezar û 253 kes mirin.
ÎLKHA