Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 123 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Bi mirina 123 kesên din li Tirkîyê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2 hezar û 140 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 123 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 140 kesan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 4 hezar 674 kesan re Coronavîrusê hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket  90 hezar û 980î.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " 1454 nexweşên me yên din  jî baş bûn. Divê em herî kêm wek vîrusê bi israr bin. Em ê vê herbê bi hewldanên artêşa xwe ya tenduristîyê û bi tevdîrên ku hatine standin qezenc bikin."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya