Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 196 hezar û 902 testên ku hatin kirin de bi 32 hezar û 137 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 203 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 15 hezar û 103 kesan.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 32 hezar û 137 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”