Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 1114 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 139 hezar û 771 kesan.
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Hejmara kesên ku îro canê xwe ji dest dan 55 e. Divê em ji bîr nekin ku bedela bêtevdîrîyê giran e.”
ÎLKHA