Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 64 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 64 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 3 hezar û 584 kesan.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 2 hezar û 253 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 131 hezar û 774 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Di 24 seatên dawî de dîsa hejmara kesên ku baş bûn ji yên ku pêdikevin zêdetir e.Ji ber ku ji qedexeya derketina derve re navber hat dayîn hejmara kesên pêketî zêde bûn.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya